Fransa itîrafê bi Filistînê dike

Emanuel Macron
Emanuel Macron

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fransayê dibêje, “Li meha Xezîranê ya bê, Fransa biryareke dadperwerane dide û itîrafê bi dewleta Filistînê dike.”

Serokê Fransayê Emanuel Macron îro (Çarşem, 09.04.2025) di çavpêkeftineke tilevizyonî de bi kanaleke welatê xwe re got, “Fransa yek ji wan welatan e yên ku piştgiriya dewleta serbixwe ya Filistînê dike.”

Emanuel Macron amaje jî da, “Armanca me ew e ku li meha Xezîranê ya bê bi Siûdiyeyê re serokatiya konferansekê bikin, ku em bikarin bi hev re biryareke dadperwerane bidin û itîrafê bi dewleta Filistînê bikin.”

Serokê Fransayê di vê heftiyê de bi Serokê Misirê Ebdilfetah Sîsî û Şahê Urdinê Ebdilayê Duyê re li Urdinê tevlî lûtkeya sêalî bû.

Di wê lûtkeyê de bal bo ser bidawîanîna şerê Xezzeyê û piştevanîkirina pilana Erebî ji bo avedankirina kertê Xezzeyê li beranberî pilana Serokê Amerîkayê Donald Trump û vekirina deriyan ji bo ku rê bê dan alîkariyên mirovî ji bo şêniyên wî kertî bên şandin hat kêşan.

 
Fly Erbil Advertisment