Li Tiflîsê kêşe û daxwazên kurdên diyasporayê di konferansekê de hatin gotûbêjkirin
Tiflîs (K24) – Li Tiflîsa paytexta Gurcîstanê ku niha dora 20 hezar Kurd lê dijîn û piraniya wan Ezidî ne konferansek ji aliyê Komeleya Ronahî ya Kurdên Gurcîstanê û Konfederasyona Rêwangeha Kurdistanî ve bi Kurdên diyasporayê re konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de Serperiştyarê Konfederasyona Rewangeha Kurdistanî Şîfa Barzanî ji bo çareserkirina kêşe û bicihanîna daxwazên Kurdên Sovyetên berê bi endaman re gotûbej kir.
Li gor çavkaniyên dîrokî, çûna Kurdan ji bo Gurcistanê vedigere destpêka nîveka sedsala 19ê, lê di destpêka sedsala 20an de hejmareke zêde ji Kurdên bajarên Wan û Qersê li Bakurê Kurdistanê berê xwe dan wî welatî, ji tirsa desthilatdarên wê demê yên osmanî ku ew neçar dikirin ku bikin Misilman.
Tişta herî metirsîdar ku di nava Kurdên sovyetê de bi pêş dikeve asîmlasyona Kurdane. Li Guristanê dora 20 hezar Kurd dijîn. Her çend di serdema Sovyetê de hejmara wan dora 40 hezarî bû.
Konfederasyona Rewengeha Kurdîstanî ji bo pêşxistin û parastina çandi ziman û kultira Kurdê diyasporayê bşi xebetên xwe berdewam e. Li Tiblîsa jî Serperiştyarê Rêwengeha Kurdistanî Şîfa Barzanî piştî tevlîbûna ahenga Newroza Tiblîsê ji bo çareserkirina kêşe û bicîhanîna xwestekên wan bi Kurdên diyasporayê re hate bal hev.
Serperiştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî got di konferansê de got: “Hedefa me liv ir û çêbûna Konfederasyona Rewenda Kurdistanî jêr çavderiya serbixwe ya rastexo ya cenabê Serok Barzanî ew bûye ku em çetreke niştimanî çêbikin. Yanî ev hemû komele û xebatên heyî em hemûyan di bin Alaya pîroz Kurdistanê kom dikin. Hedefê reisî ew e û vî rengî xebatê bikin û her komeleyek û federasyoneke serbixwe dê hebe. Yanê dê nebe ku bibêje hat nav konfederasyonê û êdî temam destên wî hatin girêdani xebatê neke û hew li konfederasyonê be. Eva na. Bes lazim e ev vî şixûlî tenzîm bikin û hêj bi qewettir bikin û qewettir pêşî şixul bikin.”
Di konferansê de gelek kesayetên navdar yên ji welatên weke Kazakîstan Azerbaycan Mosko Elmanya û bakûr û başûrê Kurdistanê jî û amade bûn. Herwiha wateya giringiya konferansên bi vî rengî ji bo Kurdên diyasporayê bo Kurdistan24ê rave kirin.
Karsaz û Kurda ji Kazakîstanê Narîn Nadirova ji K24ê re got: “Ez îro beşdarî civînê bûm. Birastî ev civîn gelekî girîng e bo diyasporaya dinyayê re. Çimkî hevgirêdanên diyasporayê pir hêzeke mezin e bo Kurdistanê jî. Ji bo wê jî ev civîn pir girîng e û birastî karekî pir mezin tê kirin ji derveyî Kurdistanê. Gelekî kêfxweşim ew karên ku dewam dikin û dê berdewam bikin jî.”
Serokê Omar Group û Shop Marîna Omar Malla Yehia dibêje: “Spas ji we re Kurdistan24. Em gelekî serbilind û kêfxweş in ku kak Şîfa Barzanî hat evir ji bo me Kurdan gelekî baş e. Kurdên vir jî hemû hatin em runiştin li hev. Ji bo me Gurcistanê gelekî baş e. Gelek tiştên me hebûn me jê xwestin ji bo zimanê Kurdî ji bo di neqeba vir û Kurdistanê de cisrekî veke. Ev daxwaza me ji Kak Şîfa Barzanî û înşelle wehd da me ku dê çêbike.”
Di konferansê de yek ji sereke daxwazên sereke jî ew bû ku ji bo parastina zimanê Kurdî divê zêdetir piştgirî bên dayîn û xebat bên meşandin ku Komeleya Kurdên Gurcîstanê ango Komeleya Ronahî yek ji komeleyên sereke ya li Tiblîsê de parastina çand û zimanê Kurdî dike.
Berpirsa Rêxistina Jinan ya Moskowê Zînê got: “Giringiya web o Kurdan kultira Kurdî zimanê dayîk bes dîsa mektebek bo seba zarokên Kurdan çêbibe û kultira Kurdî berdewam be. Îro rojeke gelekî girîng e bo Gurcistanê jî xelqên ku ji Sovyetên berê bo vê hatine vira. Ez ji Moskowê hatime û me bes li Moskowê rêxistina jinan çêkiriye. Em dixwazin zêdetir berdewam bikin û hez dikim her dem çêbibe.”
Herwiha li Gurcîstanê taybetî salê du caran Kurdên diyasporayê tên bal hev de zêdetir Kurdên Gurcîstanê li Tiblisê dijîn û pirasniya wan Ezidî ne û wek bajariyê welat in.