Li Tiflîsê pêşangeha Kurda Ezidî Lamara Miranghi hate vekirin

Tiflîs (K24) – Li Tiflîsa paytexta Gurcîstanê ku piraniya Kurdên li wir dijîn Kurdên Ezidî ne gelek bernameyên hûnerî û kultirî birêve diçin ku pêşangeha Lamara Miranghi jî yek ji wan bernameyan e. Pêşangeha Jina Kurd ya Ezidî a Gurcistanê bi beşdariya Serperiştyarê Rêwangeha Kurdistanî Şîfa Barzanî û Kurdên diyasporayê ve hate vekirin. Miranghî herwiha wêneyek ku jiyana Kurdên Gurcistanê nîşan dide diyarî serok Barzanî kir. 

Ev pêşangeha xwedî girîngî, qedr û qîmeteke bilind pêşengeha Lamara Miranghi ye. Ew Kurdeke Ezdî ye ku li paytexta Gurcîstanê bajarê Tiblîsê dijî û jiyana kal û bavan, jiyana resen a Kurdên Gurcistanê bi hestên Kurdistanî û neteweyî li ser tualên xwe xêz kiriye.  

Hûnermenda Kurd Mîranghî ku ew bixwe hînî xêzkirina wêneyan bûye û dibêje, bi derbaskirina ser tabloyan ew, çand, kevneşopî û kultira xwe diparêze. 

Wênesaz Lamara Miranghi ji K24ê re got: “Ez tabloyên xwe di warên cûrbecûr de çêdikim, lê mijara netewiyê ya herî girîng e ya herî balkêş e. Ji ber ku ez ser tabloyên xwe derbas dikim jiyana kal û bavên me. Divê em her tiştên xwe yên paşêrojê her gav tînin bîra xwe, biparêzin û derbasî nifşê nû jî bikin. Îro em çanda xwe, edetên xwe, kevneşopiya xwe winda dikin lê ez kengî derbasî ser tabloyê dikim, ez wî cûreyî diparêzim.” 

Pêşangeh bi beşdariya serperiştyarê Konfedaresyona Rêwengeha Kurdistanî Şîfa Barzanî hate vekirin. 

Lamara Miranghi bi xêzkirina wêneyê Şîfa Barzanî sûrprîzek lê kir. Herwiha Şîfa Barzanî derbarê girîngiya pêşangehê de gotarek parve kir. 

Serperiştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî jî got: “Ev tablo hemû birastî xweşî û nexweşiyê maleke Kurdên Ezidî nîşan dane ji destpêkê heta axiriyê. Mişkileyên ku ser gelen me Ezidî de hatine, jenosîda ku pêk çêbûbû û piştre bê çawa jî jiyan berdewam bûye, piçûkên me dibinin, peşmerga qehreman dibinin dema şîr dide biçûkê xwe ku intizara diyar e jiyan berdewam e û dîfa li niştiman û welat berdewam e. Hêvîdarim tiştên wiha zortir bibînin li hemû cihan û destxweşî li we dikim. 

Kurdên diyasporayê ku ji welatên weke Kazakîstan Azerbaycan Mosko Elmanya û bakûr û başûrê Kurdistanê bi boneha pîrozbahiyên Newroza Tiblîsê hatibûn bal hev tevlî pêşangeha Lamara bûn. 

Dr. Rênas Cano: “Hûner bi hestê tê kirin, ger hêsta te nemîne, hest bimire tu nikare hûnerê jî bike. Em div an tabloyan de dibinin, dibejin me, bele hêsta me ya Kurdên Gurcistanê ya Kurdeyatî, ya Ezdiyatî ya Olayatî hêj zindî ye û pir bi hêz e. Ez di hindek tabloyan de dibînimi ez bawer bikim mirov bi hemû hestên xwe di nava Laleşê de rûnê nikare bi wan hestî van resman bikişîne.” 

Pêşkeşkara Pêşangeha Lamara Miranghi, Marîa: “Birastî em gelekî kêfxweşin kul i vê pêşangehê top bûne. Herkes gelekî kêfxweş e li vir. Ez dikarim bibêjim tabloyên Lamara Miranghi bi hezkirinê hatine çêkirin û ez gelekî şa me ku pêşangeha Lamara Miranghi pêş ve diçe, tabloyên xwe pêş de tîne û herkes xebata wê beğen dike.” 

Herwiha Mîranghî ragihand ku dê wêneyek wê ku xêzkiriye û bêhna jiyana Kurdên Gurcîstanê jê te, dê biçe Kurdistanê û diyariya wê ye bo Serok Barzanî. 

 
Fly Erbil Advertisment