Ozgur Ozel: Çareserkirina pirsa Kurd erkê me hemûyan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ragihand, eger proseya çareserîya pirsa Kurd di zemîna parlamentoyê de were birêvebirin, ew amade ne piştgirî bidin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel derbarê hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan re got, ew hevdîtina DEM Partî li gel Erdogan erênî dibînin., lê ewên li Stenbolê endamtiya Kurdan bo Encûmena Şaredarî wek tawanê dibînin, dê çawa pirsa Kurd çareser bikin.
Ozgur Ozel got: “Helwesta CHPê derbarî proseya aştiyê zelal û diyar û rast e. Em dibêjin pirsa Kurd heye, çima? Ji ber ku Kurd dibêjin pirsa me heye. wê demê çareserkirin jî erkê me hemûyan e.”
Herwiha got: “Dibêjin Tirkiyeya bê teror. Tirkiyeya bêteror bi pêngavên demokrasî pêk tê. Zemîna rast parlamento ye. Divê prose di parlamntoyê de, bi awayeke şefaf û beyî ku tu aliyek li derve nehêle were birêvebirin.”