Fûad Husên ji bo beşdariya di Konferanseke Dîplomatîk de gihîşt Antalyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ragihand, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve Fûad Husên ji bo beşdariya di Korbenda Dîplomatîk a 2025an de, gihîşt Antalyaya Tirkiyeyê.
Wezareta Derve di daxuyaniyekê de got, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve Fûad beşdarî Çaremîn Korbenda Dîplomatîk a Antalyayê dibe, ku dê di 11ê Nîsanê de dest pê bike û heta 13ê Nîsanê bi beşdariya serok, serokwezîr, wezîrên derve û nûnerên rêxistinên navdewletî berdewam bike.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Burhanuddin Duran, Waliyê Antalyayê û hejmarek ji rayedarên Tirkiyeyê ve hat pêşwazîkirin.
Wezareta Derve got, Fûad Husên beşdarî panelên konferansê dibe, ku dê bi dirûşma “Destpêkirina Dîplomasiyê di Cîhaneke Dabeşkirî de” were lidarxistin. Beşdar dê tê de gotûbîjan li ser hemû pirsgirêkên ku civaka navdewletî pê re rûbirû ye û li ser pêşxistina diyalog û têgihîştina di navbera welatan de bikin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên biryar e bi hejmarek berpirsên payebilind re ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera Iraq û van welatan de bicive.