Platforma Ciwanên Serbixwe: Em ê di helwesta xwe ya neteweyî de berdewam bin
Diyarbekir (K24) – Platforma Ciwanên Serbixwe girtina Ferîd Azad şermezar kir û daxwaz kir ku Ferîd Azad demildest serbest were berdan. Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê jî bal kêşandin, êdî dem hatiye ku Tirkiye mijara Alaya Kurdistanê zelal bike ku Alaya Kurdistanê nirxê hemû kurdan e û li tevahiya cîhanê rewa ye û divê êdî ji ber Alaya Kurdistanê lêpirsîn neyên vekirin ku ev yek êdî helwestek paşmayî ye û cihê şermê ye.
Ji aliyê Platforma Ciwanên Serbixwe ve li Diyarbekirê ber Mizgefta Mezin a Sûrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê girtina Ferîd Azad hat şermezarkirin. Berdevkê Paltforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad 8ê nîsanê li Diyarbekirê bi sedema ku Newrozê de li Agiriyê bi Alaya Kurdistanê meş li dar xistiye hatibû binçavkirin. Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe amaje kirin ku ew vê helwestê qebûl nakin û dê di hemû şert û mercan de li ser xwedîlêderketina nirxên xwe yên neteweyî berdewam bin.
Endamê Platforma Ciwanên Serbixwe Faîq Teyran ji K24ê re got: “Bi ti awayî helwestên wisa nikarin me bidin sekinandin, emê berûvajiyê wê li ser doza xwe bi awayekî rijdtir bimeşin.”
Derbarê lêpirsînên dijî nirxên neteweyî de jî Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê bal kêşandin ku êdî helwestek paşmayî û cihê şermê ye ku remzên neteweya kurd wek hêmana tawanê werin şîrovekirin û divê êdî Tirkiye dest ji vê helwestê berde.
Parêzerê Ferîd Azad, Sitkı Zîlan got: “Di neteweyên yekgirtî de jî hatiye pejirandin, Di Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî hatiye pejirandin, kurd, kurdî û Kurdistan ne qedexe ne. Wê dawiya dawî Ferîd were berdan lê girtin jî wek sizadanekê lê hatiye, dawiya vê dozê serbestberdan e.”
Platforma Ciwanên Serbixwe bang li hemû saziyên sivîl û Partiyên Siyasî yên Bakurê Kurdistanê dike ku li nirxên neteweyî xwedî derbikevin, da ku nirxên neteweyî ji aliyê dadgehan ve wisa wek hêmana tawanê neyin dîtin.