Li 11 herêmên Şirnexê qedexe hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şirnexê û navçeyên wê, 11 herêmên wek çiyayê Cûdî, çiyayê Gabbarê, Dolê û Dêriyê Zêr, wek herêmên teybet hat nîşandan û 15 rojan qedexe lê hat ragihandin.
Parêzgariya Şirnexê îro 11ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ragihand, di navbera 12ê Nîsanê heta 26ê Nîsanê 2025'an de, 11 herêmên çiyayê Cûdî, çiyayê Gabbarê, Dolê, Kela Memê û Dêriyê Zêr Herêmên Ewlekariya Taybet hatine nişandan û ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.
Parêzgariyê amaje bi wê jî kir, ev qedexe ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û rêgirtina li bûyerên tundiyê hatiye ragihandin.