Li Fransayê bi tometa “jenosîdê” doz li dijî Ehmed Şera hate vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li hemberî bûyerên Berava Sûriyeyê, li Fransayê bi tawana “jenosîdê” dozek li dijî Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera û wezîrên wî doz hat vekirin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, Dozgeriya Giştî ya Fransaya dozek li dijî Serokê SûriyEYê Ehmed û hejmarek ji wezîrên wî bi tometên têkildarî “jenosîd, qirkirina etnîkî û pêkanîna tawanên li dijî mirovahiyê” wergirtiye.
Ev doz jî, li hember bûyerên ku bi navê “Komkujiyên Berava Sûriyê” tê naskirin, ku di encamê de zêdetir ji 1700 kesan hatin kuştin.
Parêzerekî Fransî li ser navê Koma Elewî ya Fransayê doz vekiriye, tê de hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi encamdana zêdetir ji 50 komkujiyan tawanbar dike, ku tê de dibêje, di encama wan komkujiyan de herî kêm 2500 sivîlên elewî hatine kuştin, ji bilî qurbaniyên din ên ji malbatên Xiristiyan û Sunne.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, di yadaştnameyê de hatiye gotin ku hikûmeta Sûriyeyê bi serokatiya Ehmed Şera “kampaniyek sîstematîk li dijî endamên mezheba elewî pêk anî” û tê de Ehmed Şera, Wezîrê Berevaniyê Merhef Ebû Qesra, Wezîrê Navxwe Enes Xetab û Fermandarê Feyleqa 25 Mihemed El-Casim (Ebû Emşe) tawanbar dike.
Di dozê de herwiha daxwaza rawestandina şer û pevçûnan li navçeyên beravên Sûriyeyê, berdana girtiyan û vekirina lêkolîneke navdewletî derbarê tawanên ku hatine kirin.
Êvara roja Pêncşemê 6ê Adarê, bûyerên ku bi navê “Bûyerên Berava Sûriyeyê” hatin naskirin, dest pê kirin. Ev bûyer ne tenê bi şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekarî yên rêveberiya nû ya li Şamê û çekdarên alîgirên Beşar Esed de sînordar bûn, belkû veguherî kiryarên tolhildanê yên li ser bingeheke mezhebî li dijî sivîlên ji mezheba Elewî.
Serokê Qonaxa Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şera jî got, komkujiya Elewiyan metirsiyek e li ser hewildanên wî ji bo yekgirtina welat. Herwiha soz da ku ew ê berpirsiyaran ceza bike, heta ku ew kesên herî nêzîkî wî bin.