Mesrûr Barzanî pêşwaziya Koma Dostîniya Kurdistanê ya Perlemana Brîtanyayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşiyê li Koma Dostîniya Kurdistanê ya Perlemana Brîtanyayê dike, ji ber piştevaniya wan ji bo Herêma Kurdistanê û mafên xelkê Kurdistanê û karkirina wan pêxemetî pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 13.04.2025) pêşwaziya şandeke Koma Dostîniya Kurdistanê ya Perlemana Brîtanyayê (APPG) bi serokatiya Endamê Perlemana Brîtanyayê John Slinger kir.

Wê şandê di wê hevdîtinê de amaje da kar û çalakiyên wê komê, ku ji hejmareke perlemanterên hemî partiyên nav Perlemana Brîtanyayê pêk hatiye, û armanca wan piştevanîkirina Kurdistanê û bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê di warên cuda cuda de ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya endamên wê komê û Hikûmet û Perlemana Brîtanyayê û karkirina wan pêxemetî pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê kir.

Di pareke din a wê civînê de, danûstandin li ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê, çarekirina arêşeyên navbera her du aliyan, dabînkirina mafên destûrî û darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê û giringiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Fly Erbil Advertisment