Cemîl Bayik: Mercê me rakirina tecrîda li ser Ocalan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ragihand, tenê yek mercê wan heye: ew jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û bi awayeke azad bikaribe kar bike.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik bo “BBC farsî” axivî û got, ji sala 1993’ê ve Abdullah Ocalan dixwaze bo çareseriya pirsa Kurd rêyeke aştiyane û demokratîk bibîne, lê hemberî vê Tirkiye di siyaseta înkar û tunekirinê de berdewam bûye. 

Bayik da zanîn, Ocalan bi banga 27’ê Sibatê dixwaze pirsa Kurd ji tundiyê dûr bi rêyên siyasî, demokratîk û yasayî çareser bike û got, di vê warê de ew pir cidî ne. Lê eger dema çek berdin û biçin Tirkiyeyê dê bikevin zîndanê û vê yekê jî tu kesek qebûl nake.

Hevserokê KCKê her wiha got, guherînên mezin û bingehîn li Rojhilata Navîn hene. Tirkiye ji vê tirsiyaye û neçar maye li gel Ocalan danûstandinê bike. 

Da zanîn jî, di proseyê de wek KCKê tenê mercek wan heye, ew jî: tecrîda li ser Ocalan were rakirin û bi awayeke azad bikaribe kar bike. 

 
Fly Erbil Advertisment