Serok Barzanî: Yekrêziya fraksiyonên Kurdistanî ev destkeft ji bo Helebce û Kurdistanê misoger kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî bi boneya parêzgehbûna Helebceyê peyamek belav kir û got: “Ez destxweşiyê li fraksiyonên Kurdistanî yên Encûmena Nûneran a Iraqê dikim, ku bi yekdengî û yekrêzî ev destkeft ji bo gelê Helebceyê û Kurdistanê misoger kirin.”
Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Nîsanê di peyamekê de ragihand, “Ez desstxweşî û spasiya xwe arasteyî serokatî û hemû endam û fraksiyonên siyasî yên di Encûmena Nûneran a Iraqê de dikim, ku di pejirandina projeya parêzgehbûna Helebçe de, roleke erênî lîstine.”
Serok Barzanî got jî: “Di heman demê de, ez destxweşiyê li fraksiyonên Kurdistanî yên Encûmena Nûneran a Iraqê dikim ku bi yekdengî û yekrêzî ev destkeftî ji bo gelê Helebce û Kurdistanê misoger kirin û bi hev re hevkarî kirin bo dengdan û pejirandina projeya parêzgehbûna Helebceya xweşewîst û pêzanîna min ji bo rola wan hemû birêzan heye, ku hewla bi parêzgehbûna Helebceyê dan.”
Serok Barzanî di peyama xwe de got jî: “Herwiha ez bi germî pîrozbahiyê li xelkê Helebceyê û hemû Kurdistaniyan dikim. Hêvîdar im ku parêzgehbûna Helebceyê gavek be ji bo xizmetkirin û vejandina bêtir a vê devera qurbanîdera Kurdistanê û dermankirina birîn û êşên welatiyên Helebceyê.”
Herwiha Serok Barzanî got: “Bi vê boneyê, em bi hezaran silavan ji bo giyanê şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin û hêviya xêr û xweşiyê ji bo gelê Helebceyê û hemû Kurdistanê dixwazin.”