Mesrûr Barzanî: Ez pîrozbahiyê li xelkê têkoşer, qurbanîder û stemlêkirî yê Helebceyê dikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya parêzgehbûna Helebceyê belav kir û tê de got: “Ez hêvî dikim ku temamkirina rêkarên parêzgebûna Helebceyê bibe destpêkek ji bo xizmetkirina bêtir ji xelkê vê parêzgehê re.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 14ê Nîsanê peyamek belav kir û tê de hat, “Bi boneya pejirandina yasaya parêzgehb[na Helebceyê ji aliyê Encûmena Nûneran a Iraqê ve, germtirîn pîrozbahiyê li xelkê têkoşer, qurbanîder û stemlêkirî yê Helebceyê dikim. Ev biryar xelata herî kêm e ji bo êşa xelkê Helebceyê yê niştimanperwer û xweşewîst.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Ez destxweşiyê li endamên Encûmena Nûneran dikim û hêvî dikim ku temamkirina rêkarên parêzgebûna Helebceyê bibe destpêkek ji bo xizmetkirina bêtir ji xelkê vê parêzgehê re. Di vî warî de, em ê bi bi hikûmeta federal re di pêwendiyên berdewam de bin, ta ku bi awayekî hêja xizmeta wê deverê bê kirin budceyek taybetî ji bo zêdetir avedankirina Helebceyê bê veqetandin.”
Tekez kir jî, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ku her tim xwe deyndarê qurbanîdana malbatên şehîdên me yên serbilind dibîne, dê xizmetên zêdetir ji xelkê Helebce û hemû navçeyên din ên Kurdistanê re pêşkêş bike.”