Emmar Hekîm: Veguhertina Helebce bo parêzgeheke nû baştirîn rêzgirtin e ji bo wê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tevgera Hikme ya Niştimanî bi boneya pejirandina projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê dibêje, ev biryar rêzgirtina herî baş e ji bo wî bajarî ye.
Serokê Tevgera Hikme ya Niştimanî Emmar Hekîm îro 14ê Nîsanê di peyamekê de got, parêzgehbûna Helebçeyê wekî parêzgeheke nû ya Iraqê, baştirîn rêzgirtin e jê re û ji hêla kar, karîna aborî û nûneratiya siyasî ya berfireh di biryardana Iraqê de, derfeta baş peyda dike.
Hekîm amaje bi wê jî kir, “Em biryara parlementoya Iraqê bilind dinirxînin û di heman demê de, em daxwaza dadperweriyê ji bo hemû parêzgehan û desthilatên zêdetir ji bo birêvebirina karûbarên wan dikin, ku ev yek dê bibe alîkar ku barê li ser hikûmeta navendî sivik bibe.”
Parlamentoya Iraqê îro 14ê Nîsana 2015an, bi praniya dengan, projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê pejirand.
Bi pesendkirina projeyasayê ji aliyê parlamentoyê ve, Helebce piştî Hewlêr, Silêmanî û Dihokê, diba parêzgeha çarem a parêzgeha Herêma Kurdistanê ku bi fermî hatiye naskirin. Herwiha dibe parêzgariya 19emîn li ser asta Iraqê.