Îtalya pîrozbahiyê li xelkê Helebceyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Îtalyayê li Herêma Kurdistana bi boneya parêzgehbûna Helebceyê peyamek pîrozbahiyê weşand û tê de got: “Îtalya ji bo pêşketin, aştî û hevkariyê li kêleka welatiyên Helebceyê ye.”
Konsulxaneya Îtalyayê li Herêma Kurdistanê îro 14ê Nîsanê peyamek bi boneya parêzgehbûna Helebceyê li hejmara xwe ya tora civakî “X” weşand û tê de got: “Em pîrozbahiyê li Helebceyê dikin ji ber ku bûye parêzgeh, gaveke dîrokî ye ku serbilindî dide bîr û pêşeroja bajêr.”
Konsulxaneyê Îtalyayê got: “Em aramî û bextewariyê dixwazin û hêvî dikin ku ew careke din li ti devera cîhanê dubare nebe.”
herwiha got, Îtalya ji bo pêşketin, aştî û hevkariyê li kêleka welatiyên Helebçeyê ye.
Parlamentoya Iraqê îro 14ê Nîsana 2015an, bi praniya dengan, projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê pejirand.
Bi pesendkirina projeyasayê ji aliyê parlamentoyê ve, Helebce piştî Hewlêr, Silêmanî û Dihokê, diba parêzgeha çarem a parêzgeha Herêma Kurdistanê ku bi fermî hatiye naskirin. Herwiha dibe parêzgariya 19emîn li ser asta Iraqê.
Parêzgeha Helebceyê ji qezaya navendî ya Helebceyê û komelgehên Xurmal, Biyare, Sîrwan û Bemoyê pêk hatiye û bi dirêjahiya 18 kîlometran her du deriyên Şoşimê - Tewêleyê û Pişteyê bi Rojhilatê Kurdistanê re hevsînor e.