PDK û YNK îro ji bo avakirina hikûmetê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro ji bo nîqaşkirina avakirina Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê dicivin. Endamekî şanda danûstandinan a PDKê dibêje: “Em gaveke din nêzîkî avakirina kabîneya nû dibin.”

Endamê şanda danûstandinan a PDKê Dilşad Şihab îro 14ê Nîsanê ji K24ê re ragihand, “Îro em pêşwazî şandeke Polîtburoya YNKê dikin. Di civînên berê de, me nexşerêyeke berfireh ji bo avakirina kabîneya nû amade kiribû. Ev gaveke pir girîng e û ez dikarim bibêjim ku em pir nêzîkî rêkeftinekê ne.”

Li gorî Dilşad Şihab, PDK û YNK li ser bername û daxwaza beşdarbûna di hikûmeta nû de li hev kirine û guftûgoya yekem li ser çawaniya beşdarbûna di kabîneyê de jî hatiye kirin û got: “Nêrîna me ew e ku hikûmetek were avakirin ku li gorî hêviyên welatiyên Herêma Kurdistanê be.”

Herwiha diyar kir: “Yek ji pîvanên ku di danûstandinan de divê werin berçavgirtin, encamên hilbijartinê ne, ji ber ku divê rêz li dengê welatiyan were girtin.”

Endamê şanda PDKê got jî: “Her çend e rêkeftina di navbera YNK û KDPê de ji van xalan wêdetir be jî, tiştê girîng ji bo me ew e ku hikûmetek bihêz li gorî hêviyên welatiyan û guhertinan ava bikin.”

Ragihand jî, “PDK bernameya xwe heye û bi heman awayî ya YNKê jî bernameya xwe heye, lê em ê îro danûstandinan bikin. Ez hêvî dikim ku em gaveke din ber bi pêş ve bavêjin û nêzîkî avakirina kabîneyê bibin.”

 

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment