Sûdanî bo Serokê Yaneya Dihokê: Asta yaneya we ji bo me hemûyan cihê şanaziyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê piştgiriya xwe ji bo lîstikvan û karmendên Yaneya Dihok FC nîşan da û got: “Heke hûn fînala kûpayê qezenc bikin, em ê we xelat bikin.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 15ê Nîsanê bi rêya vîdyoyekê ligel Serokê Yaneya Dihokê Dr. Ebdullah Celal axivî.

Yaneya Werzîşê ya Dihokê dê îro demjimêr 19:45 di yariya vegerê ya Fînala Lîga Şampiyonên Kendavê de, mêvandariya Yaneya El-Qadsiya ya Kuweytê bike. Yariya gera çûnê li Kuewytê bi encama (0 – 0) bidawî bûbû û Dihok dixwaze vê pêşbirkê wekî yekem klûba Iraqî bi dest bixe.

Sûdanî ji Yaneya Dihokê re got: “Em ji bo gihîştina we ya fînala Lîga Şampiyonên Kendavê, we pîroz dikin. Rêz û pêzanîna min ji hemû lîstikvan, rahêner û rêveberiya klûba we re hene.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja Şemiyê 12ê Nîsana 2025an gihîşt Hewlêrê û bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiyabû.

Sûdanî got jî: "Wekî hûn dizanin, îro futbol ji bo welatiyên Iraqî pir girîng e. Min soz da Serok Barzanî û birayê xwe Mesrûr ​​Barzanî ku ez ê beşdarî yariyê bibim, lê mixabin ji nişka ve pabendbûnek min çêbû û ez nikarim beşdar bibim. Ev yarî ji bo hemû Iraqiyan pir girîng e.”

Sûdanî amaje bi wê jî kir, “Em serkeftinê ji we re dixwazin û em vê yekê her tim ji werzişvanan re dubare dikin, serkeftin li ser we ye û xelat û piştgirî li ser me ye.  Bi îzna Xwedê, em ê li Bexdayê bicivin û bi we re qezenckirina kûpayê pîroz bikin.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment