Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê dike, ku ji bo cara yekê di dîrokê de bû qehremana Cama Kendavî. Herwesa dibêje, “We bi serkeftina xwe dilê hemî Kurdistanî û Îraqiyan xweş kir.”
Ev jî peyama Serokê Herêma Kurdistanê ye:
Ez ji dil û bi germî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê ya xweşdivî dikim, ji bo serkeftina wê ya evro ku bo cara êkê bû qehremana Cama Kendavî. Wan bi vê serkeftinê û vê yarîya ciwan û bihêz dilê me hemiyan li Kurdistanê û seranserî Îraqê şad kir. Em hemî şanaziyê bi Yaneya Dihokê û vê serkeftinê dikin.
Ez êk bi êk destxweşiyê li hemî yarîzan û berpirsyarên Yaneya Dihokê dikim, ku cihê spasî û rêz û şanaziya Kurdistanê û hemî Îraqê ne. Ez hîviya gelek serkeftin û bidestêxistina gelek camên dî ji bo wan dikim.
Her bijîn, her hebin, her serkeftî bin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kuristanê
2025/4/15