Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî di peyamekê de pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê dike, ku ji bo cara yekê di dîrokê de bû qehremana Cama Kendavî.
Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 15.04.2025) li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê peyameke pîrozkirinê ji bo serkeftina Yaneya Dihokê parve kir.
Di peyama Serok Barzanî de hatiye, “Ez pîrozbahiyeka germ li Yaneya Werzişî ya Dihokê dikim, bo vê serkeftina dîrokî bo bidestveînana qehremaniya Cama Kendavî.”
Serok Barzanî di pareke din a wê peyamê de jî pîrozbahiyê li xelkê Dihokê û hemî xelkê Kurdistanê dike. Herwesa dibêje, “Ev serkeftin serkeftina hemî Kurdistanê ye.”
Serok Barzanî li dawiyê jî nivîsiye, “Destê hemî aliyekî xweş û her serkeftî bin.”
پیرۆزباهیەکا گەرم ل یانا وەرزشیا دهۆکێ دکەم بۆ ڤێ سەرکەفتنا مێژوویی بۆ ب دەستڤەئینانا قەهرەمانیا جاما کەنداڤێ، هەروەسا پیرۆزباهیێ ل خەلکێ دهۆکێ و هەمی خەلکێ کوردستانێ دکەم. ئەڤ سەرکەفتنە سەرکەفتنا هەمی کوردستانێ یە.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) April 15, 2025
دەستێ هەمی لایەکی خۆش و هەر سەرکەفتی بن.
Yaneya Dihokê ya Werzişî îro (Sêşem, 15.04.2025) di qehremaniya Cama Kendavî de rûbirûyî Yaneya Qadisiyeyê ya Kwêtî bû, yarî jî bi encamê du golan li beranberî golekê di berjewendiya Yaneya de bidawî hat.
Golên Dihokê li deqîqeyên 66 û 93ê ji aliyê Siyabend Egîd û Marlon Dos Sanstos ve hatin tomarkirin, yekane gola Yaneya Qadisiyeyê jî li deqîqeya 70 ji aliyê MihemedSole ve hat tomarkirin.
Ev jî cara yekê ye di dîrokê de ku yaneyeke Kurdî dibe qehremana Cama Kendavî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li nav Yarîgeha Dihokê amade bû û tevlî pêşkêşkirina xelatan bi yarîzanên her du yaneyan bû.
Yaneya Dihokê di vî werzî de ji şeş yariyên qonaxa komên Cama Kendavî du caran bi ser keft û du caran jî wekhev bû û di yariyekê de jî şkest, bi komkirina 9 xalan jî, wekî duyema koma yekê gehişt qonaxa duyê.
Qehremaniya Cama Kendavî ji bo cara yekê li sala 1982ê hat despêkirin û ji wê demê ve çi yaneyeke Îraqî û Kurdî tevlî wê qehremaniyê nebû, heta îsal ji bo cara yekê Yaneya Dihokê tevlî wê bû û karî bigehe yariya dawiyê û serkeftinê tomar bike.