Serokê Yaneya Dihokê: Serokwezîr Mesrûr Barzanî xelateke taybet pêşkêşî yarîzanên Yaneya Dihokê dike

Ebdila Celal
Ebdila Celal

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Yaneya Dihokê piştî yariyê ragehand, “Em li paşerojê ji bo wê yekê kar dikin ku, qehremaniyeke navdewletî li Dihokê bi rê ve bibin.”

Serokê Yaneya Dihokê Ebdila Celal îro (Sêşem, 15.04.2025) ji K24ê re ragehand, “Me bi piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî karî wî nasnavî bi dest bixin, û Serokwezîrî soz jî daye ku xelateke taybet pêşkêşî yarîzanên Yaneya Dihokê bike.”

Ebdila Celal amaje jî da, “Em daxwazê ji Serokwezîrî dikin ku yarîgeheke baştir ji me re çê bike, û em li paşerojê ji bo wê yekê kar dikin ku qehremaniyeke navdewletî bi piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dihokê bi rê ve bibin.”

Serokê Yaneya Dihokê herwesa got, “Em spasiya hemî Kurdistaniyan dikin, xasma jî cemawerê Dihokê ku sedema serekî ya bidestxistina vî nasnavî bûn.”

 
 
Fly Erbil Advertisment