Mesrûr Barzanî: Em komkujiya Balîsan û Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetiyê ji bîr nakin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Em bi rêzdarî û şkodarî şehîdên komkujiya Balîsan û Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetiyê bibîr tînin û em qet azarên wan ji bîr nakin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 16.04.2025) di roja salvegera 38ê ya kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetiyê de peyamek li ser tora civakî ya Xê parve kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê peyama xwe de amaje daye, “Em bi rêzdarî û şkodarî şehîdên wê komkujiyê bibîr tînin û em qet azarên wan ji bîr nakin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pareke din a wê peyama xwe de tekez kiriye, “Xebat û qurbanîdana xelkê vê devera welatperwer û têkoşer hejî rêz û hurmeteke zêde ye.”

Îro 38 sal li ser êrîşa yekê ya kîmyayî ya rijêma Beisê bo ser Kurdistanê derbaz dibe, li Geliyê Xoşnawetiyê li sinorê parêzgeha Hewlêrê, deverên Balîsan û Şêx Wesanan û gundên derdorê kirin armanc, di encamê de jî zêdetirî hezar welatiyan hatin şehîdkirin û birîndarkirin û enfalkirin.

Rijêma Îraqê li êvara roja 16ê Nîsana 1987ê êrîşeke kîmyayî kir ser Geliyê Balîsanê û gundên Xoşnawetiyê, ku wekî êrîşa yekê ya kîmyayî ya rijêma Beisê bo ser Kurdistanê tê hesibandin, û di encamê de bi dehan kes ji jin û mêr û zarokan şehîd û birîndar bûn.

Piştî wê êrîşa kîmyayî bi dehan welatiyên birîndar, ku ji bo çareseriyê ji bo nexweşxaneyên Hewlêrê hatibûn veguhastin, ji aliyê hêzên rijêma Beisê ve hatin revandin û enfalkirin û heta niha jî çarenivîsê wan diyar nîne.

Kîmyabarankirina Geliyê Xoşnawetiyê ev gund vegirtibûn:

-         Şêx wesan

-         Kanîberd

-         Bêrawe

-         Şîre

-         Xetê

-         Balîsan

-         Melekan

-         Deraş

Di wê êrîşa kîmyayî û enfalkirina birîndaran de, 263 welatî şehîd û 800 welatî jî birîndar bûn.

Wekî rêzgirtinek ji bo şehîd û qurbaniyên kîmyabarana Geliyê Xoşnawetiyê, Perlemana Kurdistanê di rûniştina xwe ya roja 7ê Nîsana 2008ê de, bi biryara hejmar yek a sala 2008ê, roja 16ê Nîsanê wekî roja jîngeha Kurdistanê diyar kir.

 
 
Fly Erbil Advertisment