Serok Barzanî: Kîmyabarankirina Geliyê Xoşnawetiyê nîşana îrade û xweragiriya gelê me ye

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî di salvegera 38ê ya kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetiyê de li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kir ku tê de dibêje, “Ev rûdana dilhejîn delîlekî din ê hovîtiya nehezên Kurdistanê ye.”

Ev jî peyama Serok Barzanî ye:

Di salvegera 38ê ya kîmyabarana Balîsan û Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetiyê de ku ji aliyê rijêma berê ya Îraqê ve hat kirin, silav ji bo canê pakij ê şehîdên wê tawanê û tevaya şehîdên Kurdistanê. Ev rûdana dilhejîn delîlekî din ê hovîtiya nehezên Kurdistanê û nîşana îrade û xweragiriya gelê me li beranberî zilm û dagirkariyê ye.

Rijêma Îraqê li êvara roja 16ê Nîsana 1987ê êrîşeke kîmyayî kir ser Geliyê Balîsanê û gundên Xoşnawetiyê, ku wekî êrîşa yekê ya kîmyayî ya rijêma Beisê bo ser Kurdistanê tê hesibandin, û di encamê de bi dehan kes ji jin û mêr û zarokan şehîd û birîndar bûn.

Piştî wê êrîşa kîmyayî bi dehan welatiyên birîndar, ku ji bo çareseriyê ji bo nexweşxaneyên Hewlêrê hatibûn veguhastin, ji aliyê hêzên rijêma Beisê ve hatin revandin û enfalkirin û heta niha jî çarenivîsê wan diyar nîne.

Kîmyabarankirina Geliyê Xoşnawetiyê ev gund vegirtibûn:

-         Şêx wesan

-         Kanîberd

-         Bêrawe

-         Şîre

-         Xetê

-         Balîsan

-         Melekan

-         Deraş

Di wê êrîşa kîmyayî û enfalkirina birîndaran de, 263 welatî şehîd û 800 welatî jî birîndar bûn.

Wekî rêzgirtinek ji bo şehîd û qurbaniyên kîmyabarana Geliyê Xoşnawetiyê, Perlemana Kurdistanê di rûniştina xwe ya roja 7ê Nîsana 2008ê de, bi biryara hejmar yek a sala 2008ê, roja 16ê Nîsanê wekî roja jîngeha Kurdistanê diyar kir.

 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment