Serok Mesûd Barzanî serdana bavê Avestayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî îro serdana devera Barzan kir û sersaxî û piştgiriya xwe ji bo bavê wê mamosteya ku 11 roj berê li bajarokê Mergasorê ketibû çemê Tangatûrê û hîn jî nehatiye dîtin, diyar kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 16ê Nîsanê serdana bavê mamoste Avestayê û tîmên hawarhatinê yên li devera Barzan kir.

Di heman demê de, Serok Barzanî sersaxî li bavê Avestayê kir û amadebûna xwe ji bo her alîkariyekê ji bo dîtina termê keça wî nîşan da.

Bavê Avestayê jî spasiya Serok Barzanî kir û bi serdana wî dilxweş bû.

Avêsta Yûsif Berzencî ya 27 salî ku xelka Hewlêrê, roja 5ê Nîsana 2025an li navçeya Mêrgesûrê kete nav çemê Tengatûr û heta niha jî winda ye.

Rêveberê Berevaniya Sivîl a Soranê jî got: “Me raspardeya Serok Barzaniyê wergirt û tîm zêde kirin, niha 59 tîm dixebitin, 200 karmendên berevaniya sivîl û melevan beşdarî pêvajoya lêgerîna li termê mamoste Avêstayê dibin ku girêdayî rêveberiyên berevaniya sivîl ên Hewlêr, Soran û Zaxoyê ne.”

 

 

 
Fly Erbil Advertisment