Serok Barzanî pêşwazî li hejmarek nivîskar, wêjevan û rewşenbîrên Ereb kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Nîsanê pêşwazî li hejmarek nivîskar, wêjevan û rewşenbîrên Ereb kir ku bi boneya vekirina 17emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.

Baregeha Barzanî belav kir, şanda mêvan rola dîrokî ya Serok Mesûd Barzanî di têkoşîna gelê Kurd û piştgiriya çanda pêkvejiyan û aramiyê de bilind nirxand. Her wiha pesnê çanda mêvandostiyê û giyanê qebûlkirin û rêzgirtina gelê Kurdistanê dan û ew wekî mînakek bilind û cuda li navçeyê binav kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî bi germî pêşwazî li şanda mêvan kir û ji wan re kurteyek derbarê dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê, serhildan û serdema piştî serhildanê pêşkêş kir. Herwiha tekezî li wê kir ku serkeftina ezmûna Herêma Kurdistanê ji ber wê yekê ye ku gelê Kurdistanê piştî serhildanê, lêborde bû û tola xwe ji dijberên xwe negirt û di jiyana xwe ya siyasî de rûpelek nû vekir.

Serok Barzanî di axaftina xwe ya li ser rewşa siyasî ya Iraqê de tekez kir, divê hemû alî ji bo çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûrê de pabendî prensîbên hevparî, hevsengî û lihevkirinê bin.

Di beşek din a civînê de, li ser mijarên girîng ên navçeyê û rewşa Sûriyeyê, amadebûyan komek pirs û têbîniyên xwe arasteyî Serok Barzaniyê kirin û Serok Barzanî jî bersiva têbînî û pirsên amadebûyan da.

 

 
Fly Erbil Advertisment