Silêmanî.. Lijneyên bilind ên PDK û YNK dest bi civîna xwe kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Berî demeke kêm lijneyên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê li Silêmaniyê ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi civîna xwe kir û niha di civînê de ne.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê Hawjîn Cemal îro (Pêncşem, 17.04.2025) got, “Ev civîn li Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê bi rê ve diçe û şandên bilind ên PDK û YNKê danûstandinan li ser pêkanîna hikûmetê dikin, ku li dû zanyaran li ser awayê desthilatdariyê ji bo çar salên bên li hev kiriye.”

Hoşyar Zêbarî serokatiya şanda PDKê û Qubad Talebanî jî serokatiya şanda YNKê dike.

Bi ihtîmaleke zêde îro lihevkirin li ser reşnivîsa karnameya Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin.

Parvekirina postên hikûmeta nû jî dê mijara tewerekî din ê danûstandinên navbera wan be.

Serokê Şanda PDKê Hoşyar Zêbarî duhî (Çarşem, 16.04.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragehandibû, “Civîn bi Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê re ji bo pêkanîna hikûmetê bi awayekî baş bi rê ve diçin.”

Hoşyar Zêbarî herwesa gotibû, “Kaxezên siyasî û bernameya hikûmetê bidawî hatine, em biha di qonaxa parvekirina postan de ne.”

 
 
Fly Erbil Advertisment