Komisyon hejmara partî û hevpeymaniyên siyasî bo hilbijartinên Civata Nûnerên Îraqê eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê amajeyê dide hejmara partî û aliyên siyasî, ku tevlî hilbijartinên bên ên Civata Nûnerên Îraqê dibin, herwesa li ser hevpeymaniyên berê û yên nû jî ronkirinê dide.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay, “Zêdetirî 320 partiyan û 60 hevpeymaniyên siyasî tevlî hilbijartinên Îraqê dibin.”
Cumane Xelay ragehand, “Tevaya partî û hevpeymaniyên siyasî ji aliyê Komisyonê ve tên vexwandin, ji bo ku raportan bidin pişka peywendîdar ji bo tomarkirina xwesteka tevlîbûna xwe.”
Berdevka Komisyonê herwesa got, “Ew hevpeymaniyên pêştir hatine tomarkirin û çi guhertin bi ser de nehatine dikarin bi awayekî rasterast ji bo tomarkirina heza tevlîbûnê peywendiyê bi Komisyonê bikin.”
Cumane Xelay ron jî kir, “Ji bo hevpeymaniyên ku guhertin bi ser de hatine an jî nû ne, divê ji bo temamkirina piroseya tomarkirinê rêkarên diyarkirî bi cih bînin û serdana Komisyonê bikin.”
Berdevka Komisyonê herwesa got, “Ev qonax li roja 15ê Nîsanê hatiye destpêkirin û dê heta 04ê Gulanê berdewam be.”
Nivîsîngeha Rojnamevanî ya Serokwezîrê Îraqê jî li roja 09.04.2025ê parve kiribû, “Civata Wezîran bi piraniya dengan roja 11.11.2025ê wekî roja hilbijartinên bên ên Civata Nûnerên Îraqê diyar kir.”
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay jî ji malpera K24ê re ragehand, “Komisyona amade ye hilbijartinên bên ên Civata Nûnerên Îraqê di wî jivanê ji aliyê Civata Wezîran ve hatiye diyarkirin de bi rê ve bibe.”