Nûnerê UNAMIyê: Herêma Kurdistanê pişka seqamgir a Îraqê ye

Mihemed Hesan
Mihemed Hesan

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê amajeyê dide ku, her kesekî serdana Herêma Kurdistanê bike, hest dike ku Herêma Kurdistanê pareke seqamgir û xweş a Îraqê ye. Wê seqamgiriyê jî wesa kiriye ku, weberhênana navdewletî li Herêma Kurdistanê bê kirin.

Nûnerê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê (UNAMI) Mihemed Hesan îro (Pêncşem, 17.04.2025) di hevpeymvînekê de ji K24ê re ragehand, “Îraq niha cuda ye, li ber dema borî seqamgir e. Bawerî jî heye ku li salên bên seqamgirtir û demokrasîtir bibe.”

Mihemed Hesan amaje jî da, “Her kesekî serdana Herêma Kurdistanê dike, hest dike ku Herêma Kurdistanê pareke seqamgir û xweş û zindî ya Îraqê ye. Weberhênana navdewletî jî lê heye ji ber ku seqamgir e.”

Navbirî herwesa got, “Li her pareke Îraqê tiştekî baş çê bibe, ji bo hemî Îraqê baş e û kêbirkê nîne. Herêma Kurdistanê li ber weberhêner û serdankeran gelek vekirî ye.”

Nûnerê UNAMIyê eşkere jî kir ku, peywendiya wan bi Herêma Kurdistanê re gelek baş e. Herwesa got, “Serkirdeyên Herêma Kurdistanê karên nimûne ji bo aştî û seqamgiriyê dikin.”

 
Fly Erbil Advertisment