45 gol li Hewlêrê tên çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çêkirina 45 golan li parêzgeha Hewlêrê di qonaxa cibicîkirinê de ne û hejmarek ji van hewzan jî temam bûne.
Yek ji golan, li gundê Zerwaw li navçeya Dareşekranê ya Hewlêrê ye, ji sedî 95ê karên wê temam bûne û gundî jî dibêjin ku çêkirina vê golê dê ji bo çandiniya herêma wan pir girîng be.
Ji bo avdana zeviyên xwe yên çandiniyê, cotkar û xelkê gundê 20 bîrên avê bikar anîne. Xelkê gundê Zerwaw 65 mal in, anku her sê malan bîrek avê bikar anîne.
Muxtarê gundê Zerwawê Mihemed Xurşîd ji K24 re got, gola ku li gundê wan tê çêkirin dê zexta li ser ava bîran û ava binê erdê kêm bike.
Mihemed Xurşîd got, li gundê wî 270 donim erd hene û piraniya gundiyan cotkar in. Herwiha got ku çêkirina golê dê ava gundê Zerwawê zêde bike, ku cotkar dê wê ji bo avdana zeviyên xwe yên çandiniyê bikar bînin.
Çêkirina gola gundê Zerwaw di dawiya sala 2023an de dest pê kir. Niha ji sedî 95ê projeyê temam bûye. Dirêjahiya bendavê 72 metre û bilindahiya wê 15 metre ye.
Endezyarê çavdêr ê projeyê Zana Husên eşkere kir, “Niha ji sedî 95ê karê golê temam bûne, ji sedî 5ê kar maye, karê teknîkî û çêkirina deriyên bendavê ne.”
Zêdetir ji 448 milyon dînar ji bo projeya gola gundê Zerwawê yê li navçeya Dareşakranê hatiye xerckirin.