Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya Cejna Qiyameyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Cejna Qiyameyê li Kiristiyanan pîroz kir û hêvî xwast ku ew cejn bi xweşî û şadî derbas bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Qiyameyê bi peyamekê pîrozbahî li Kiristiyanên Iraq û cîhanê kir.

Deqa peyama Serokwezîr:

Bi boneya Cejna Qiyameyê, ez bi germî pîrozbahiyê li hemû xwişk û birayên Kiristiyan yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim.

Hêvî dikim cejnên xwe bi xweşî û şadî derbas bikin û ev boneya pîroz bibe sedema aştî û aramiyê û xurtkirina prensîbên pêkvejiyan, tebayî û xweşewîstiyê di navbera hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê de.

Cejna Qiyameyê pîroz be û her dem di bexteweriyê de bin.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 
Fly Erbil Advertisment