Serma û baranê ziyaneke mezin gihandiye baxçeyên Şinoyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serma û baranê ziyanek mezin gihandiye baxçeyên meyweyan li herêma Şino ya Rojhilatê Kurdistanê. Cotkar daxwaza qerebûyê dikin û dibêjin kes alîkariya wan nake.

Pêla baran û sermayê ya vê dawiyê ku li herêma Şîno ya parêzgeha Urmiyê xistiye, zirarên mezin gihandiye baxçeyên meyweyan, ji wan jî baxçeyên sêv, şeftalî, qeysî, gûz û gîlas û cureyên din ên meyweyan ku nû kulîlk dabûn. 

Cotkarên Şibo yê ku baxçeyên xwe yên meyweyan li kompaniyên sîgortayê tomar kirine, daxwaza qerebûyê dikin.

Cotkar Îsmaîl Pakzad got, "Sermayê gelek zirar gihand me û piraniya berhemên me jinav çûne, lê kes tune ku me qerebû bike. Em diçin kû derê, em bi destên vala vedigerin.”

Cotkar Şehab Reşîdwend dibêje: “Kompaniyên sîgortayê ji bo rojek wisa ye, lê niha ne Wezareta Çandiniyê û ne jî Kompaniyên sîgortayê bersivê nadin. Ew heta bi dayîna peyn û pêdiviyên din jî alîkariya me nakin.”

Piraniya aboriya Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî parêzgeha Urmiyê, girêdayî dahata çandinî û baxçevaniyê ye. Lêbelê, guherîna keşûhewayê û hişkesaliyên dubare, herwiha bikaranîna xirab a avê li herêmê, di salên dawî de zirar gihandiye aboriyê û metirsî li çandinî û baxçevaniyê li herêmê çêkiriye.

 
 
Fly Erbil Advertisment