Nêçîrvan Barzanî: Papa Francis sîmbola aştî û dadperweriyê bû

Nêçîrvan Barzan
Nêçîrvan Barzan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê peyamek li ser koça dawiyê ya Papayê Vatîkanê parve kiriye û di derheqa wî de dibêje, “Sîmboleke aştî û dadpwerî û nêzîkbûna navbera gel û olan bû.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo koça dawiyê ya Papa Francis:

Bi xemeka mezin û dilgiraniyeke zêde, min nûçeya koça dawiyê ya qedaseta Papayê Vatîkanê Papa Francis bihîst, ku sîmboleke aştî û dadpwerî û nêzîkbûna navbera gel û olan û nimûneyeke sadeyî û rûhaniyet û dilovaniyê bû.

Bi navê gelê Kurdistanê û bi navê xwe, ez ji dil serexweşî û hevxemiya xwe ya mezin pêşkêşî cîhana Mesîhî û tevaya mirovahiyê dikim em hevazarên jidestdana vî kesatiyê dîrokî yê mezin in, ku jiyana xwe ji bo xizmeta mirovahiyê û bergiriya ji serbilindiya mirovahiyê û parvekirina peyama viyanê û pêkvejiyanê terxan kiribû.

Em li Herêma Kurdistanê, ku hemerengî û lêborîn û pêkvejiyan bingehên civaka me pêk tînin, mîratê mirovahî û rûhî yê Papa Francis bilind dinirxînin û lavayan dikin û ji Xudayê mezin dixwazin ku canê wî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û sebir û hedarê bi hemiyan bide.

Xudêjêrazî Papa Francis bi cesedê xwe koça dawiyê kir, lê bîranîn û peyama wî herdem wekî çirayê hêvî û aştiyê ji bo mirovahiyê dimîne, ji bo me jî bîranîna serdana wî ji bo Herêma Kurdistanê li sala 2021ê dê heta hetayê zindî û cihê şanaziya me be.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment