Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş a lêgerîna li veşartgehên DAIŞê pêk anîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmergeyan ragihand, îro Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li rojavayê Çemê Dîcleyê operasyoneke lêgerîn kirin.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê îro 21ê Nîsana li mihwerê 8 ê li rojavayê Çemê Dîcleyê, operasyoneke lêgerîn pêk anîn.
Diyar kir jî, Lîwayên Piyade yên 8 û 27, Fewca Komando ya Firqeya 3 ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge û Lîwaya 15 a Artêşa Iraqê beşdarî operasyonê bûn û lêgerîneke berfireh li baregeh û veşartgehên terorîstên DAIŞê kirin.
Tekez kir jî, “Armanca operasyonê, paqijkirina herêmê ji bermahiyên terorîstan, dabînkirina ewlehî û aramiya zêdetir ji bo niştecihên herêmê, nehîştina gefê û pêşîgirtina li çalakî û tevgerên terorîstan bû.”