Berdevkê ENKSê: Sibe dema lidarxistina Konferansa Yekrêziya Kurdî tê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê ENKSê ragihand, sibe 22ê Nîsanê dema lidarxistina Konferansa Yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tê ragihandin.
Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif îro 21ê Nîsanê ji K24ê re got, amadekariyên lidarxistina konferansê berdewam in ji bo yekkirina nêrîn û helwesta kurdî di navbera alî û partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê.
Diyar kir jî, sibe Sêşemê 22ê Nîsanê dê roja lidarxistina “Konferansa Yekrêzî û Yekelwesta Kurdî” li Rojavayê Kurdistanê were ragihandin.
Biryar bû roja 18ê mehê Konferansa Yekrêzî û Yekelwesta Kurdî bihata lidarxistin, lê li gorî Komîteya Amadekar, ji ber sedemên teknîkî lidarxistina konferansê hat bipaşxistin.
Pêştir Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl gotibû, ji bo ragihandina nêrîna siyasî ya hevbeş a tevahiya partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, dê konferansek were li darxistin û dê şandek bi wê nêrîna siyasî biçe danûstandinan li Şamê bike.
Mihemed Îsmaîl dabû zanîn jî, partiyên di nava ENKSê, partiyên di nava PYNKê de û partiyên ku li derveyî wan her du çarçoveyan e, zêdetir ji 50 partiyan dê beşdarî konferansê bibin.
Çend sal in Serok Barzanî û bi piştevaniya Amerîka û Fransayê jî hewldanên xurt ji bo yekrêzî û yekhelwestiya alî û partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dan, lê neçûbû serî. Piştî ketina rejîma Beşar Esed ev hewl careke din hatin destpêkirin.