Luis Sako namzedê Papayê Vatîkanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Papayê Vatîkanê,  Papa Francis duh 21ê Nîsanê di 88 saliya xwe de koça dawî kir. Niha hemû çav li Vatîkanê ne ka kî dê Dêra Katolîk li çaraliyê cîhanê bi rê ve bibe.

Di nav kardînalên ku ji bo cîgirtina papa hatine namzedkirin de, li Rojhilata Navîn take namzed Patriyerkê Iraqê Luis Sako ye.

Her çend navê wî di nav namzedên herî berbiçav ên ji bo papayê nû de nîne jî, rapor nîşan didin ku ew yek ji namzedên ku dê şûna Papa Francis ê koçkirî bigire ye.

Mar Luis Raphael I. Sako di 4ê Tîrmeha 1948an de li Zaxoyê ji dayik bûye. Ew di sala 1974an de li Dêra Kildanî ya Mûsilê wek Qeşe hat tayînkirin. Di sala 1983an de ji Zanîngeha Papnîkî ya Romayê doktoraya xwe, di sala 1984an de mastera xwe di warê Fîqha îslamê de û di sala 1984an de jî doktoraya xwe ji Zanîngeha Sorbonne wergirt.

Di sala 2002an de, wekî Qeşeyê Dêra Kerkukê hate hilbijartin û sala din ji bo heman wezîfeyê hate tayînkirin. Di 1ê Sibata 2013an de, di civîneke Şêwra Dêrê de li Romayê wekî Patriyerkê Dêra Kildaniyan hate hilbijartin.

Di 1ê Sibata 2013an de, li şûna Patriyerk Emmanuel III hat tayînkirin. Di Çileya 2022an de jî, ew wekî endamê Encûmena Aborî ya Vatîkanê hate tayînkirin.

Luis Sako gelek madalya û xelat wergirtine, di nav wan de Xelata Bergiriya li Îmanê li Îtalyayê, Madalyaya Navdewletî ya Pax Christi û Madalyaya St. Stephen ji bo Mafên Mirovan li Almanya. 

Herwiha Luis Sako di warên îlahitiya Mesîhî û fîqhê de, zêdetir ji 200 gotar û 20 pirtûk nivîsandine û weşandine.

 
Fly Erbil Advertisment