127 sal di ser damezrandina rojnamegeriya Kurdî re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 127 sal di ser derketina yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê “Kurdistan” re derbas dibe. Di vê rojê de bi dehan çalakiyên cûrbecûr dê werin lidarxistin.
Îro 22ê Nîsanê, 127emîn salvegera weşandina yekem rojnameya Kurdî ye. Di sala 1898an de, rojnameya yekem a Kurdî “Kurdistan” ji aliyê Miqdad Madhat Bedirxan ve li Qahîreya Misrê hate weşandin.
Rojnameya Kurdistan bi zaravayê Kurmanciya Jorîn dihat weşandin û her du hefteyan carekê an jî piştre dihat weşandin.
Rojnameya Kurdistan heta hejmara pêncemîn ji aliyê Miqdad Medhet Bedirxan ve dihat edîtorkirin, piştî hejmara pêncemîn birayê wî Ebdulrehman Bedirxan edîtoriya wê girt ser xwe.
Destpêka weşandina Rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Roja destpêka derxistina rojnameya Kurdistanê îro ji aliyê hemû dezgehên kurdî û herwiha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve weke destpêka rojnamegeriya kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin.
Bi giştî 31 hejmar ji rojnameya Kurdistanê derket. Ji hejmara yek heta pêncê li Qahîrê derket, ji hejmara 6 heta 19 li bajarê Cenev a Swîsrê, ji 20 heta 23 dîsa li Qahîrê, hejmara 24 li Londonê, ji hejmara 25 heta 29 li Almanya û 30 û 31 jî dîsa li Cinêvê hat derxistin.
Sedema ku rojname li çend welatan derketin, sedema rawestandina wê jî ji ber wê yekê bû ku Misir û hemû navçe di bin desthilata Osmaniyan de bû, ku wê çaxê nedihîştin hemû hejmarên rojnameyê li Qahîrê derkevin, nexasim ku bi navê Kurd û Kurdistan bû.
Hejmara 31, çapa dawî ya Rojnameya Kurdistan bû û piştî wê ti hejmareke wê rojnameyê derneket û dawî li weşana wê hat.