Serok Barzanî: Ragihandin û rojnamegerî çekekî bihêz e ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî bi boneya salvegera rojnamegeriya Kurdî peyamek weşand û ragihand, rojnamegerî û karê medyayî faktorek girîng e ji bo pêşxistina hişmendiya neteweyî û parastin û dewlemendkirina zimanê Kurdî. Herwiha got, ragihandin û rojnamegeriya Kurdî çekekî bihêz e ji bo danasîna doza rewa ya gelê me bi cîhanê.

Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Nîsanê di peyama xwe de got: “Bi boneya 127 saliya yekem rojnameya Kurdî, ku di heman demê de Roja Rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye, ez pîrozbahiyên xwe yên germ arasteyî hemû rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî dibêje: “Rojnamegerî û karê medyayê faktoreke girîng e di pêşxistina hişmendiya neteweyî û parastin û dewlemendkirina zimanê Kurdî de. Di heman demê de, ragihandin û rojnamegeriya Kurdî çekekî bihêz e ji bo danasîna doza rewa ya gelê me bi cîhanê. Herwiha amrazek bi bandor e ji bo parastina çanda pêkvejiyanê û kûrkirina çanda aştî û lêborînê ya gelê Kurd.”

Herwiha got: “Bi vê boneyê, ez bang li hemû rojnamevan û xebatkarên medyayê dikim ku di erkên xwe de bi awayekî profesyonel serederî bi bûyer û pêşketinan re bikin û nirx û berjewendiyên gelê xwe li ber çavan bigirin.”

Serok Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Ez ji hemû rojnamevanên Kurd re serkeftin û berdewamiyê dixwazim.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment