Balyozê Brîtanyayê: Pêşketinên baş li Herêma Kurdistanê çêbûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Nîsanê pêşwazî li Balyozê nû yê Brîtanyayê li Iraqê Îrfan Sidîq kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Balyoz kir û hêviya serkeftinê di erkên wî de xwest û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina bêtir a têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Yekbûyî de nîşan da.

Li gorî daxuyaniyê, Balyozê Brîtanyayê got ku Herêma Kurdistanê di salên dawî de pêşketinên baş bidest xistine û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina têkiliyan bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran de tekez kir.

Di beşek din a civînê de ku Konsulê Giştî yê Şahnişîna Yekbûyî li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley jî beşdar bû, "herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û destpêkirina petrola Kurdistanê kirin.

Di daxuyaniyê de hat jî, herdu aliyan guftûgo li ser amadekariyên hilbijartinên parlemanî yên meha Mijdarê kirin.

 
Fly Erbil Advertisment