Mehdî Eker: Îsal li gor par li Diyarbekirê baran ji sedî 61 kêm bariye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyeyê yê berê Mehdî Eker hişyariyê derbarê Diyarbekirê de û dibêje: “Îsal li gor sala borî, li Diyarbekirê baran ji sedî 61 kêm bariye. Pêwîst e em vê rastiyê bizanin û li gor vê tevbigerin.
Pêşangeha 16emîn ya Cotyarî û Ajelarî ya Mezopotamyayê li Diyarbekirê hate vekirin. Îsal 127 kompanî û 300 marka beşdarî pêşangehê bûn.
Wezîrê Berê yê Çandiniyê yê Tirkiyê Mehdî Eker, di gotora vekirina pêşangehê de got: “Divê diyarbekir li pêş be, divê pêşeng be. Dîrok û cografya ev erk daye maye. Divê em erkê xwe cîbicî bikin. Ji bo vê pêwîst e, hikûmet û rêveberiyên herêmî bi hev re kar bikin û vê yekê pêk bînin.”
Mehdî Eker got jî: “Li aliyê din, em bi metirsiyeke cîhanî re rûbirû ne. Ev jî guherîna keşûhewayê ye. Îsal li gor sala borî, li Diyarbekirê baran ji rêjeya ji sedî 61 kêm bariye. Pêwîst e em vê rastiyê bizanin û li gor vê tevbigerin. Cotkar, parêzvanên axên me ne. Divê bi hemû derfetên xwe em piştevaniya wan bikin.”
Herwiha got jî: “Diyarbekir xwedî dîrokeke 12 hezar û 500 salî ye. Ev erd welatê genim, ceh û pembû ne. Qada pêşangehê ya ku 14-15 hezar metrekare heye, êdî têra hewcehiyan nake. Divê ev ne tenê bibe qadeke ku stantên bazirganiyê lê tên avakirin; Divê ew navendek mezin û profesyonel bi otêl, qadên civakî û parkan be.”