Wan.. rûdaneke trafîkê çê bû, mirî û birîndar hene

Wan
Wan

Diyarbekir (K24) - Li ser rêya Payîzava û Elbakê ya navçeyên Wanê rûdaneke trafîkê çê bû, mirî û birîndar hene.

Li gor agahîyan, minibasek û erebeyeke barhilgir li ser rêya Payîzava û Elbakê ya navçeyên Wanê li hev qulipîn.

Li gor agahîyên destpêkê, 6 kesan di wê rûdanê de jiyana xwe ji dest daye û 8 kesên din jî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirina welatîyan, gelek  ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û  birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Li ser wê bûyerê jî, lêpirsîn hatiye destpekirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment