Trump: Em bi çi rengan rêyê nadin Hemas Xezzeyê bi rê ve bibe

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê radigehîne, “Pêşkeftinên berçav li ser pirsa Xezzeyê bi cih hatine.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump li nivîsîngeha Ovalê di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re got, “Me pêşkeftinên mezin di pirsa Xezzeyê de bi dest xistine û eger ez serok bûma, êrîşa 7ê Cotmehê çê nedibû.”

Donald Trump di bersiveka xwe ya din de got, “Em rêyê nadin Hemas çi rolekî li Xezzeyê bigêre, ya ku niha li wî kertî diqewime ji ber Hemasê ye.”

Tevgera Hemasê di çarçoveya bizavên xwe de ji bo aramkirina rewşa Xezzeyê pêşniyareke nû pêşkêş kiriye, tê de hatiye ku li beranberî mana çekên xwe destan ji kontirola Xezzeyê berdide.

Piştî peywendiyeke tilefonî bi Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu re li roja Sêşemê, Serokê Amerîkayê ji hemî aliyan ve piştevaniya xwe ji bo Israîlê tekez kir.

Operasyonên serbazî yên Israîlê li kertê Xezzeyê ji Cotmeha 2023ê ve berdewam in, ev jî piştî êrîşeke Hemasê bo ser Israîlê ku nêzî 1200 kesan tê de hatin kuştin.

Wezareta Tendisrutiyê ya Xezzeyê ragehand, “Ji destpêka şerî heta niha, zêdetirî 51 hezar Filistîniyan hatine kuştin ku bi hezaran jin û zarok jî di nav de ne.”

 
Fly Erbil Advertisment