Piştîwan Sadiq: Gotara olî li Herêma Kurdistanê, gotareke nerm e

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî got, ji bilî mizgeftan, li Herêma Kurdistanê nêzîkî 400 cihên pîroz ên olên din û 200 dêr hene. Herwiha got, gotarên roja înê roleke bi bandor di çanda pir-olî ya Herêma Kurdistanê de dilîzin.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq îro 23ê di gotara xwe ya di merasîma Nimêja Niştimanî de got: “Herêma Kurdistanê ol û îbadetên cuda li xwe digire. Ew ji bo hemû çalakiyên navneteweyî yên têkildarî pirrengiya Herêma Kurdistanê tên vexwendin. Têkoşîna gelê Kurdistanê ji bo azadiya neteweyî bûye, lê di heman demê de ji bo azadiya olî û pêkvejiyanê jî bûye.”
Piştîwan Sadiq got: “Serok Mesrûr Barzanî çendîn caran ji me re piştrast kiriye ku divê hemû ol bikaribin bi azadî îbadeta xwe bikin.”
Herwiha got: “Gotara olî li Herêma Kurdistanê nerm in, bi taybetî gotarên roja Înê, ku nêzîkî milyonek kes beşdar dibin û rê li ber çandeke pir-olî li Herêma Kurdistanê vekiriye.”
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî amaje bi wê jî kir, konsulê Amerîkî pesnê karê ku li mizgeftên Herêma Kurdistanê tê kirin, daye.
Got jî “Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 14 mezhebên cuda yên Kiristiyanan hene. Ankawa bi zêdetirî 20 dêran, bajarê herî mezin ê Kiristiyanan li Rojhilata Navîn e.”
Piştîwan Sadiq got, li Herêma Kurdistanê nêzîkî 200 dêr û 400 cihên pîroz ên olên din hene.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de got, beşdarbûna hemû kesayetên olî di vê çalakiyê de handaneke din e ji bo çalakiyên navneteweyî yên bêtir di pêşerojê de.
Herwiha got: “Wezareta me wekî Wezareta Weqf û Karûbarên Olî tê binavkirin, ev tê wê wateyê ku ew ji bo hemû olan e.”