Wezîrê Derve yê Fransayê gihîşt Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot îro 23ê Nîsanê bi rêya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Derve yê Fransayê ji aliyê Serokê Berpirê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Felah Mistefa û Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ve hate pêşwazîkirin.
Biryar e Wezîrê Derve yê Fransayê li Herêma Kurdistanê hejmarek hevdîtin bike.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Novel Barrot îro bi serdaneke fermî gihîştibû Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê ve pêşwazî lê hatibû kirin.