Amerîka: Eger Îran li ser meyandina Uranyûmê berdewam be, em nagihin hevdu

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez dike, eger Îran berdewam be di meyandina Uranyûmê de, ew ê pê re negihêjin rêkeftinekê.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, eger Îran dixwaze bi Washingtonê re lihevkirinekê bike, divê dev ji meyandina Uranyûmê berde.
Rubio got: “Eger Îran armanc dike ku bernameyeke wê ya atomî ya aştiyane hebe, ew dikare mîna welatên din Uranyuma meyandê hawerde bike, ne ku bi xwe bimeyîne.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje bi wê jî kir, “Ew hîn jî ji rêkeftinekê bi Îranê re pir dûr in, lê ew dixwazin bigihin rêkeftinekê.”
Amerîka û Îran ji 12ê Nîsanê ve, du danûstandinên nerasterast ên atomî, li Oman û Romayê kirine. Wezareta Derve ya Omanê got, hevdîtina sêyem dê di 26ê Nîsanê de li Meskatê were kirin.