Serok Barzanî: Bombebarana Qeladizê belgeyeke din a li ser hovîtiya rejîma berê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî bi peyamekê şehîdên bombekirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê bibîr anîn.
Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Nîsanê peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de got: “Di 51emîn saliya bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de, em silavê ji bo giyanê şehîd û qurbaniyên vê karesatê dişînin.”
Serok Barzanî got jî: “Ev bûyera diltezîn, belgeyeke din a hovîtî û bêxemiya rejîma berê ya Iraqê ye. Ev tawaneke ron û aşkere bû li dijî sivîlan û tu carî nayê jibîrkirin.”
لە پەنجاویەكەمین ساڵڕۆژی تاوانی بۆردومانكردنی قەڵادزێ و زانكۆی سلێمانیدا سڵاو بۆ گیانی شەهیدان و قوربانیانی ئەو كارەساتە دەنێرین. ئەو ڕووداوە دڵتەزێنە بەڵگەیەكی ترە لە دڕندەیی و بێباكیی ڕژێمی پێشووی عێراق. تاوانێكی ڕوون و ئاشكرا بوو لە دژی خەڵكی مەدەنی و هەرگیز لەیاد ناكرێت.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) April 24, 2025