Mesrûr Barzanî û Serdozgerê Hollandayê li ser jenosîdên li dijî gelê Kurd hatine kirin civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Nîsanê pêşwazî li Serdozgerê Giştî yê Hollandayê ji bo Rûbirûbûn Teror, Tundrewî û Tawanên Navneteweyî Simon Minks kir.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Simon Minks kir ji bo karên wî yên bi salan li ser dosyayên jenosîd û terorê, ji nava wan jî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve û tawanên ku terorîstên DAIŞê li dijî Êzidiyan kirine.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha kar û hewldanên Simon Minks ji bo pêkanîna dadweriyê ji bo qurbaniyên van tawanan bilind nirxand.
Di beşek din a hevdîtinê de, behsa dîroka tawanên jenosîdê li Kurdistan û Iraqê û pêwîstiya cezakirina tawanbaran û bicihanîna dadweriyê hatin kirin.