PWK: Em Şirîkê êş û xema Ermeniyan in

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya salvegera qirkirina Ermenan peyamek belav kir û di peyamê de hat amajekirin ku ew zilma li Ermenan hatiye kirin şermezar dikin.
Ji aliyê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ve bi boneya 24ê Nîsanê peyamek hat belavkirin.
Peyama PWKê:
“Dewleta Osmanî (Rêveberîya İttihat Terakî) di sala 1915an de nêzikî 1.5 milyon ermenî bi awayekî plankirî qetil kir.
Jenosîda Ermenîyan yek ji jenosîdên mezine yê cîhanê ye.
Jenosîda Ermenîyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî (Rêveberîya İttihat Terakî) ve hatiye kirin.
Em di 110emîn salvegera jenosîda Ermenîyan de careke din Dewleta Osmanî (Rêveberîya İttihat Terakî)û hemû alîkarên wan bi tundî rûreş dikin.
Em şirîkê êş û xema gelê Ermenîyan e.”
24ê Nîsanê wek destpêka nefîkirin û kuştina Ermenan tê qebûlkirin di sala 1915an de ji aliyê Dewleta Osmanî ve Yasaya Tehcîrkirinê hat derxistin ku tê wateya nefîkirinê. Di çarçoveya vê yasayê de Ermen ji warên xwe bi zorê hatin nefîkirin û di dema nefîkirinê de gelek jê an mirin an jî hatin kuştin.