Şandeke Bergiriya Şaristanî ya Kurdistanê li Fransayê rahênanan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Bergiriya Şaristanî ya Kurdistanê gehiştiye Fransayê û li wî welatî tevlî korseke hawarhatinê dibe.

Bi armanca wergirtina zêdetir ezmûn û şarezahiyê ji Fransayîyan li warên hawarhatina bilez û rizgarkirina lêqewimiyan di dema xeniqîn û lehî û rûdanên cuda cuda de, şandeke Bergiriya Şaristanî ya Kurdistanê ji bo Fransayê hatiye vexwandin.

Ew şanda Bergiriya Şaristanî ya Kurdistanê ji heft kesan pêk hatiye û li bajarê Heraultê yê Fransayê ji aliyê Bergiriya Şaristanî ya wî bajarî ve rahênanan werdigire.

Serperiştê Rahênanan Mile Rosk ji K24ê re ragehand ku, merema wan a serekî ew e ku astê şiyanên wan kesan bilind bikin ên ku li hawarhatina bilez û Bergiriya Şaristanî ya Kurdistanê kar dikin.

Şanda Bergiriya Şaristanî ya Kurdistanê, ku ji heft kesan pêk hatiye û li Fransayê meqş û rahênanan dike, ji bo dema deh rojan li çend deverên Fransayê bi awayekî teorî û kiryarkî tevlî korsa girêdayî hawarhatinê û bergiriya şaristanî dibe.

 
 
Fly Erbil Advertisment