Hevserokê DBP: Em hêvî dikin ku Konferansa Rojava bibe bingeha Kongreya Berfireh a Neteweya Kurd

Navenda Nûçeyan (K24) –  Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd wek "rojeke dîrokî" bi nav dike û dibêje: “Di demeke nêzîk de hin gavên cidî ji bo ragihandina pêvajoya nû ya aştiyê dê bên avêtin.”

Bayindir, ku ligel şandeyekê beşdarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê bûye, di daxuyaniyekê de bersiva hejmarek pirsên şandeyê K24ê bo konferansê da.

“Rojeke Dîrokî ye”

Hevseroka DBP'ê derbarê lidarxistina konferansê de ragihand: "Lidarxistina vê konferansê rojeke dîrokî ye ji bo gelê Kurdistanê û em hêvîdar in bibe bingeha yekrêziya neteweyî. Lidarxistina kongreyeke giştî ya neteweyî ji bo rêxistin û aliyên siyasî yên Kurdî yên her çar parçeyên Kurdistanê, da ku bi hev re paşerojê ji bo Kurdan ava bikin.”

Derbarê beşdariya wan di konferansê de, Bayindir got: “Pirsa Kurd bi hev ve girêdayî ye. Kurd yek in; pirs, dil, ruh û mejiyê wan jî yek e. Bi dehên salan e hewl tê dayîn ku pirsgirêka Kurd bi rêya çekê were çareserkirin, lê hemû kes dizane ku ti encameke wê nebûye. Niha ku hewldanên siyasî ji bo vê armancê tên kirin, ez bawer im dê encamên baş hebin, ji ber ku Kurd gelekî aştîxwaz e û em dixwazin pêşengiya pêvajoya aştiyê li herêmê bikin."

Hevseroka DBP'ê herwiha spasiya Serok Barzanî kir û got: “Serok Barzanî û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê, roleke sereke di pêvajoya nû ya aştiyê û lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de lîstine. Em spasiya wî dikin û her ev tişt jê tê payîn.”

Pêvajoya Nû ya Aştiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê

Bayindir derbarê pêvajoya nû ya aştiyê de amaje bi wê yekê kir: “Baweriya me bi îradeya gelê Kurd heye, lewma em geşbîn in bi serkeftina pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Di demeke nêzîk de hin gavên cidî ji bo serxistina pêvajoyê dê bên avêtin û em jî wek partiyeke siyasî ya Kurdî, çi ji destê me bê ji bo ragihandina pêvajoyê, em ê bikin. Eger pêvajo bi ser bikeve, dê bandoreke erênî li ser her çar parçeyên Kurdistanê hebe.”

Şandeya DEM Partiyê ku ji Cîgirên Serokê Fraksiyona DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Alîkarê Hevserokên Partiyê Ozturk Turkdogan pêk dihat, roja 24ê Nîsanê ligel Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç civiya bûn.

Hevseroka DBP'ê teqez kir, encama civîna şandeya DEM Partiyê ligel Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê erênî bûye û em li bendê ne ku ew lihevkirina ku di civînê de çêbûye, ji bo yasayîkirina pêvajoya nû ya aştiyê bikeve warê cibicîkirinê.

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî

Bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê, îro 26ê Nîsana 2025an, demjimêr 10:00 Konferansa Yekhelwestiya Kurd li bajarê Qamişloyê birêve diçe.

Aliyên beşdar, partiyên di nav Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Rêveberiya Xweser û du partiyên din in. Herwiha nêzîkî 300 kesayetî beşdarî konferansê dibin. 

Armanc ji vê konferansê ragihandina yekhelwestiya Kurd û avakirina şandeyeke hevpar a Kurdî ye, ji bo danûstandina li gel hikûmeta nû ya Sûriyeyê û misogerkirina mafên gelê Kurd.

Herwiha, ji Herêma Kurdistanê Nûnerê Serok Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî jî beşdarî konferansê dibe. Herwiha şandeyeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û şandeyek ji partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê jî beşdarî konferansê dibin.

 

 
Fly Erbil Advertisment