Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo parêzgeha Neynewayê tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Nîsanê pêşwazî li Parêzgarê Neynewayê Ebdulqadir Dexîl kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya parêzgeha Neynewayê û hevrêzî û karên hevbeş ên saziyên fermî yên parêzgeha Neynewayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de, Serok Barzanî tekezî li ser piştgiriya xwe ji bo parêzgeha Neynewayê kir û hêvî kir ku welatî û hemû pêkhateyên Neynewayê di paşerojeke baştir de bin.