Weqfa Îsmaîl Beşîkçî spasiya Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nunertiya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Diyarbekirê bo kesên keda wan gihiştiya weqfê, xelat pêşkêş kirin û di rêrisma pêşkêşkirina xelatan de jî spasiya Herêma Kurdistanê jî hat kirin ku li Hewlêrê cihekî taybet bo Weqfa Îsmaîl hatiye terxankirin.
Li Diyarbekirê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî cihê nûnertiya xwe ya nû bi rêrismekê da vekirin û di rêrismê de bo kesên ked dane Weqfê jî xelatên spasiyê hatin pêşkêş kirin.
Di rêrismê Îsmaîl Beşîkçî bi xwe jî beşdar bû û behsa karesatên di sedsala borî de hatine serê kurdan kir û amaje kir ku divê kurd daxwaza mafên xwe yên neteweyî bikin.
Di rêrismê de, Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz da zanîn ku Herêma Kurdistanê erdek 6 donim bo Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li Hewlêrê terxan kiriye û ji bo vê yekê jî spasiya Rêveberiya Herêma Kurdistanê kir.
Îbrahîm Gurbuz amaje kir, dê li ser wî erdî Akademiya Kurdolojiyê were avakirin û dê li ser mijarên kurdî xebatên akademik werin kirin.