Li Şirnexê qedexeya derketina derve bo hejmarek deveran hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şirnexê ji bo 15 rojan qedexeya derketina derve bo hejmarek deveran hat ragihandin.
Parêzgariya Şirnexê ragihand, ji ber sedemên ewlehiyê li gelek deverên parêzgehê ji bo 15 rojan qedexeya derketina derve hatine ragihandin û ew herêm wekî herêmên ewlehiya taybet hatine destnîşankirin.
Di daxuyaniyê de, ji welatiyan hatiye xwestin ku derbasî van deveran nebin, eger na dê rastî tedbîrên yasayî werin.
Li gorî daxuyaniya parêzgariya Şirnexê, hin ji cihên ku qedexe lê hatiye kirin ev in: Geliyê Best, çiyayên Cûdî û Gabar, Tehtereş, zozanên Feraşînê û derdora navçeya Bêşebabê û gelek gund û deverên din.
Li gorî parêzgariya Şirnexê, qedexe dê nîvê şevê ya 27ê Nîsanê dest pê bike û nîvê şeva 11ê Gulanê bidawî bibe.